CHP naxwaze ku wêneyê Erdoğan deynin kêleka yê Ataturk

CHP naxwaze ku wêneyê Erdoğan deynin kêleka yê Ataturk

PeyamaKurd – Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê biryarnameyekî derxistibû ku di dibistanan de di rojên cejnên neteweî de wêneyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan deynin kêleka yê Mustafa Kemal Ataturk lê partiya CHPê bertekê nîşanî biryarnamê da.

Li ser mijarê li ser navê CHPê, cîgirê serokê giştî yê CHPê Suat Özçağdaş bertekê nîşan da ku di cejnên fermî de, di dibistanan de wêneyê Erdoğan deynin kêleka yê Ataturk. Özçağdaş got ku bingeha hûqûqî ya vê biryarê nîne. Özçağdaş got:

“Fermana ku ‘Wê wêneyê Ataturk deynin rastê ala Tirkiyê û yê Erdoğan deynin aliyê çepê ala Tirkiyê’ ji aliyê qanûn de ti bingeha wê nîne û dixwazin Erdoğan wek alternatîva Ataturk nîşan bidin.”

Özçağdaş, xwest ku biryarnamê betal bikin û ji dibistanan paşde vekişînin.

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.