Çînê daxuyaniya "firîna nêzîk" a Japonyayê rexne kir!

Çînê daxuyaniya "firîna nêzîk" a Japonyayê rexne kir!

PeyamaKurd - Çînê bertek nîşanî daxuyaniyekê da ku îdia dikir balafirên Pekînê "ne asayî nêzîkî" balafirên Japonî yên ku li ser Deryaya Rojhilatê Çînê çavdêriyê dikin firiyane.

Li gorî ajansa nûçeyan a Xinhua, berdevkê Wezareta Parastinê ya Çînê Jiang Bin li ser vê mijarê daxuyaniyek da.

Jiang diyar kir ku balafirên berhevkirina îstîxbaratê yên hikûmeta Tokyoyê "herêma nasnameya parastina hewayî ya hikûmeta Pekînê ji nêzîk ve li ser Deryaya Rojhilatê Çînê çavdêrî kirine", û paşê balafirên Japonî "bi qanûnî hatine tespîtkirin, şopandin û lêkolînkirin".

Jiang diyar kir, "Bersiva me bi tevahî rewa û maqûl bû û bi awayekî profesyonel û standardîzekirî hate kirin."

Jiang îdia kir ku firînên keşfê yên nêzîk ên Japonyayê ji bo ewlehiya deryayî û hewayî ya di navbera her du welatan de xetereyek çêdikin û bang li hikûmeta Tokyoyê kir ku ji bo pêşkeftina domdar a têkiliyên dualî hevkariyê bike.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.