Ji Serokwezîr Barzanî civîna taybet bo mûçe û hinardeya petrolê

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 13ê Tîrmehê civîneke taybet derbarê mûçe û şayisteyên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê û destpêkirina hinardekirina petrolê de li dar xist.
Li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di civîna ku Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî jî amade bû de, hewldanên dawî û encamên danûstandinên ligel hikûmeta Federal a Iraqê hatin gotûbêjkirin. Mijarên sereke yên civînê dabînkirina mûçe û şayisteyên darayî û herwiha destpêkirina hinardekirina petrola Herêmê di zûtirîn dem de bûn.
Herwiha tekezî li ser zêdekirina hemû hewldanan ligel hikûmeta Federal ji bo çareserkirina pirsgirêkan hate kirin û hate gotin, ji bo misogerkirina mûçe û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê ku mafekî yasayî û destûrî yê mûçexwaran e, hevdengî û helwesteke hevpar heye.
Di civînê de hat destnîşankirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bidawîanîna vê pirsgirêkê, ku mixabin bandoreke gelek neyînî li ser debar û rewşa jiyana mûçexwaran û welatiyên Herêma Kurdistanê bi giştî kiriye, di nav kar û hewldaneke hevpar û berdewam de ye. Ev mijar weke karê sereke û pêşîne yê hikûmetê hatiye diyarkirin.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




