Çekberdana PKKê ji bo vegerê hêvî da xelkê Şingalê

PeyamaKurd- Piştî destpêkirina pêvajoya çareseriyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û yekem pêngava çekberdana PKKê, xelkê Şingalê yê ji ber komkujiya DAIŞê koçber bûne hêvî dikin vegerin warê xwe.
Koçberên Şingalê yên ku zêdetirî 11 sal in di kampên Herêma Kurdistanê de dijîn, bi hêvî li pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKKê de dinêrin û vê pêvajoyê weke derfetekê dibînin ku dawî li êş û azara wan a awarebûnê bîne û rêya vegera wan a li ser warê bav û kalên wan veke.
Li Kampa Kebertû ya Duhokê, bi hezaran koçberên Şingalê hene û bi baldarî nûçeyên pêvajoya aştiyê ya navbera PKK û Tirkiyê de dişopînin.
Koçberê Şingalî Ehmed Casim ji K24ê re gotiye, "Ev lihevkirina aştiyê ya di navbera PKK û Tirkiyeyê de di berjewendiya me hemûyan de ye, bi taybetî ya Şingalê. Em ji ber balafiran û pirsgirêkan nikaribûn vegerin. Heta gelek Şengalî ji ber van şeran çûn Tirkiyeyê. Em kesên aşîxwaz in, em tenê debara jiyana xwe dixwazin."
Hêjayî gotinê ye, zêdetirî 40 hezar malbatên Şengalî hêj di kampên koçberan de jiyana xwe derbas dikin ku yek ji sedemên sereke yên ku rê li ber vegera wan girtiye, hebûna PKKê li herêmê û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê yên li ser Şingalê bûn.
Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.




