Mesrûr Barzanî serkeftina dîrokî ya tîmên Duhok û Zaxoyê pîroz kir

Mesrûr Barzanî serkeftina dîrokî ya tîmên Duhok û Zaxoyê pîroz kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 13ê Tîrmehê pîrozbahî li tîmên futbolê yên Zaxo û Duhokê kir ku li seranserê Iraqê serkeftineke dîrokî bi dest xistine.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, piştî serkeftina dîrokî ya tîmên Zaxo û Duhokê peyameke pîrozbahiyê li ser hesabê xwe yê platforma Xê belav kir û got: "Bi boneya gihîştina fînala Kupaya Iraqê, pîrozbahiyên herî germ li her du tîmên futbolê yên Duhok û Zaxoyê dikim." 

Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Ev destkefteke mezin e ku şiyan û behremendiya ciwanên me nîşan dide û ji bo tevahiya Kurdistaniyan serbilindiyeke mezin e. Hêviya min serkeftina we ye."

Tîmên futbolê yên devera Behdînanê, Duhok û Zaxo zora tîmên herî bihêz ên Iraqê birin û derketin fînalê ku dê ji bo kûpaya şampiyoniyê têbikoşin.

Tîma Duhokê di lîstika nîv-fînalê de bi encameke berçav a (3 – 1) li hemberî tîma futbolê ya Quwa Cewiyeyê, ku cîgirê şampiyonê par bû, bi ser ket. Tîma futbolê ya Zaxoyê jî piştî lîstikeke bê gol, bi lêdanên penaltiyan (4 – 3) tîma Şurteyê, ku şampiyona par bû, têk bir û şand malê.

Fînaleke Kurdewarî

Bi vê encamê, cara yekem e di dîroka Kûpa Iraqê de, her du tîmên futbolê yên fînalîst ji Herêma Kurdistanê ne. Ji ber ku heta niha ne Zaxo û ne jî Duhok ev nasnav bidest nexistine, di dema 32yemîn a kûpayê de dê şampiyonek nû derkeve holê.

Yekîtiya Futbolê ya Iraqê heta niha dema fînalê bi awayekî fermî diyar nekiriye, lê tê çaverêkirin ku lîstik roja 16ê Tîrmehê li Bexdayê bê lîstin.

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.