Koreya Bakur Rûsya da ber topan: 12 milyon gule şand

PeyamaKurd- Ajansa îstixbarata parastinê ya Koreya Başûr (DIA) îdia kir ku Koreya Bakur ji bo piştgiriya şerê Rûsyayê yê li dijî Ûkraynayê zêdetirî 12 milyon guleyên topan ên 152 mm ji Rûsyayê re şandiye.
Îstixbarata leşkerî ya Koreya Başûr, raporeke nû amade kiriye ku tê de mezinahiya hevkariya leşkerî ya di navbera Koreya Bakur û Rûsyayê de eşkere dike.
Di raporê de hat gotin, "Dema ku guleyên topan ên 152 mm yek bi yek werin hesabkirin, tê texmînkirin ku hejmara guleyên ku hatine şandin zêdetirî 12 milyonan e."
Herwiha hat ragihandin ku mîqdara giştî ya cebilxaneya leşkerî ya ku Koreya Bakur heta niha ji Rûsyayê re şandiye, derdora 28 hezar konteyniran e.
Ev nivîs 123 car hatiye xwendin.




