Çînê li ser şerê Îran û Îsraîlê daxuyanî da

Çînê li ser şerê Îran û Îsraîlê daxuyanî da

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Gua Chiaokun diyar kir ku Çîn ji êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê gelek nîgeran e. Wî bal kişand ser xetereya ku ev êrîş dê rageşiya leşkerî li herêmê zêdetir bike û got:

"Em daxwaz ji hemû aliyan dikin ku bi lez gavên bibandor bavêjin da ku aloziya li herêmê kêm bikin, pêşî li belavbûna pevçûnan bigirin û ji bo çareseriyê vegerin diyalogê."

Gua Chiaokun destnîşan kir ku Çîn çareseriyên aştiyane ji bo pirsgirêkên herêmî diparêze û dê bi aliyên têkildar re têkiliyan xurt bike da ku danûstandinên aştiyane pêş bixe. Wî anî ziman ku berdewamiya nakokiyên Îsraîl-Îranê dê herî zêde zirarê bide welatên Rojhilata Navîn.

Li gorî agahiyên berdevk, Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi bi wezîrên derve yên Îran û Îsraîlê re bi telefonê axivî û bang li wan kir ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin û bi kontrolkirina pevçûnan rewşê aram bikin.

Di dawiyê de, Gua Chiaokun got:

"Aştiya mayînde bi zorê nayê avakirin. Çareseriya nakokiyên navneteweyî diyalog û danûstandin e. Divê alî bi çareseriyeke wekhev û berfireh ve girêdayî bin ku ewlehiya hemûyan garantî bike."

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.