Yekîtiya Ewrûpayê wexta givaşên ser Rûsyayê dirêj kir

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê bi sedema Rûsya Kirimê û Sîvastopolê bi awayekî nerewa îlhaq kiriye wexta dorpêçên ser Rûsyayê heya 23yê Hezîrana sala 2026an dirêj kir.
Di givaşên ser Rûsyayê yên YEyê de, kirîna berheman, veberhênan û xizmetên fînansê hene. YEyê bi givaşan sînor datîne ser hemwelatî û şîrketên YEyê ku her cûre xebatên li Kirimê û Sîvastopolê bikin.
Şîrketên YEyê nikarin veberhênanê û xizmetên wekî gihandin, telekomunîkasyon û berhemên ku di sektora enerjiyê de bên bikaranîn bişînin wir.
Di çarçova givaşan de, teknolojiya petrolê, gaz, lêgerîna madenan, derxisitna madenan û hilberîna wan, ji wan re çi alavên teknolojik pêwist be, desteka wan qedexeye.
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.




