THY, seferên balafiran ji bo Îranê û welatên cîran heya 30yê Hezîranê da sekinandin

THY, seferên balafiran ji bo Îranê û welatên cîran heya 30yê Hezîranê da sekinandin

PeyamaKurd – THY (TurkishAirlinese) seferên balafiran yên ji bo Îranê û welatên cîran, ji bo Iraq, Urdin, Sûriye û Lubnanê heya 30yê Hezîranê da sekinandin. Îada perên bilêtan û guhertina roja wan, bê perekî dinê bidin dê bêkirin. Biryar tenê ji bo seferên THY ye.

Şîrket, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku bilêtên di 13ê Hezîran û berya wê hatine sitendin û yên ji 13-30yê Hezîranê hatine sitendin, wê karibin heya 30yê Hezîranê guherînan bikin. Bilêtên ku qet bikar neaîne wê karibin paşde bidin.

Bê ku pereyekî dinê bidin wê herkes karibe wexta bilêta xwe heya 31 Temmûz a 2025an dirêj bike. Xwediyê bilêtan wê karibin di rêya acendayên THY de jî guhertina bikin.

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.