Amerîkayê hişyariyeke tund da Iraqê: 4 daxwaz hatin rêzkirin

Amerîkayê hişyariyeke tund da Iraqê: 4 daxwaz hatin rêzkirin

PeyamaKurd- Li demeke şerê Îsraîl-Îranê bi êrîşên dualî berdewam dike de, pêşketineke dîplomatîk a balkêş rû da. Balyozê Amerîkayê li Iraqê Steven Fagin û Fermandarê Hêzên Hevpeymana Navdewletî ya Dijî DAIŞê General Kevin Leahy, raporeke hesas pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîa El-Sûdanî kirin.

Di raporê de, daxwaz û hişyariyên ku bo hikûmeta Iraqê hatin kirin û ji hat xwestin, divê hikûmeta Iraqê wan bicih bîne.

Li gorî çavkaniyên agahdar di raporê de 4 daxwazên sereke yên Amerîkayê wiha ne:

1)- Ji bo komên çekdar ên girêdayî Îranê; divê hemû komên girêdayî "Eniya Berxwedanê" tavilê û bê derengmayîn terka axa Iraqê bidin.

 2)- Heşda Şeibî bi tevahî were fesih kirin; di vê çarçoveyê de çalakiyên wan ên leşkerî û îdarî werin cemidandin, endamên wan werin veguhestin saziyên ewlekariyê yên fermî an jî werin malnişîn kirin.

 3)- Bidawîkirina nakokiyên siyasî yên navxweyî, bi taybetî çareserkirina pirsgirêka mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û ev yek wekî "nîşana dabînkirina aramîya federaliyê" were girtin.

 4)- Qada hewayî ya Iraqê dema ku pêwîst be bi temamî ji Îsraîlê re were vekirin; hêsankirina her cûre çalakîyên leşkerî an îstixbaratî ji bo operasyonên ku Washîngton wan wekî "ewlehiya herêmî" pênase dike.

Peyameke rasterast bo Iraqê

Hişyarîya dawî ya bo Bexdayê hatiye kirin jî ew e ku tê gotin, ger wan daxwaz û mercan bicih neyînin, qedera Îranê li benda Iraqê jî be.

Li gorî raporê, şandeya Amerîkî peyamek rasterast ji Sûdanî re şand û tê de tê gotin, "Bersivnedana van mercan, dê Iraqê ber bi çarenûseke mîna ya Îranê ve bibe" ku ev jî tê wateya gefa êrîşên leşkerî yên muhtemel û tecrîda navneteweyî li ser Iraqê.

Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.