Çînê qedexe danî ser şîrketên YEyê

PeyamaKurd - Hikûmeta Pekînê ragihand ku biryar daye şîrketên Ewropî ji beşdarbûna di îhaleyên amûrên bijîşkî de, wekî bersivek li hember sînorkirinên ku ji hêla Yekîtiya Ewropî (YE) ve li ser firotina hilberên wekhev ên bi eslê xwe Çînî hatine danîn, qedexe bike.
Li gorî nûçeya rojnameya Global Times, di daxuyaniyekê de ji hêla Wezareta Darayî ya Çînê ve hatiye dayîn, hatiye ragihandin ku şîrketên li Ewropayê wê nikaribin beşdarî îhaleyên giştî yên ku ji hêla rêveberiya Pekînê ve ji bo kirîna amûrên bijîşkî yên bi budçeyek ji 6.28 mîlyon dolarî zêdetir têne lidarxistin bibin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Ev biryar tenê şîrketên Ewropî yên ku li Çînê çênakin digire nav xwe, lê şîrketên ku li Çînê veberhênanê dikin û li welêt çêdikin wê ji vê pratîkê azad bin."
Hat destnîşankirin ku biryara ku tê nîqaşkirin wê ji îro (Yekşem, 6ê Tîrmeha 2025) pê ve bikeve meriyetê.





