Xamineyî piştî şerê Îsraîlê cara yekem beşdarî merasîma Aşûreyê bû

Xamineyî piştî şerê Îsraîlê cara yekem beşdarî merasîma Aşûreyê bû

PeyamaKurd- Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî ku sê şev in beşdarî merasîmên şînê yên meha Miheremê yên li mala xwe ya li Cadeya Filistînê ya Tehranê nebûbû, doh bi şev tevlî merasîma Aşûreyê bû.

Di dîmenên ku ji hesabê medyaya civakî yê Xamineyî hatin parvekirin de dema ku ew dikeve salonê, kesên ku ji bo merasîma şînê li Huseyniyeya Îmam Xumeynî amade bûn dirûşma “Xwîna di demarên me de, diyariya Rêberê me ye” berz kirin.

Xamineyî dema ku êrîş berdewam bûn jî xîtabî gel kiribû.

Piştî agirbestê jî Xamineyî axaftinek kiribû û gotibû ku Amerîka ji bo rizgarkirina Tel Evîvê ya ku bi êrişên Îranê lawaz bûye, beşdarî êrîşên li Îranê bûye.

Merasîmên meha Miheremê yên ku her sal li mala Xamineyî tên lidarxistin, cara yekem e bêyî beşdariya wî hatibûn kirin.

Xamineyî sê şevên berê beşdarî merasîmên şînê nebûbû.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.