Di behrê de termê 19 penaberan hate dîtin
PeyamaKurd- Li peravên behrê yên Tûnisê cenazeyê 19 penaberên ku keştiya wan noqî avê bûbû, hate dîtin. Xebatên lêgerîn û rizgarinê jî berdewam dikin.
Rêveberiya Giştî ya Parastina Netewî ya Tûnisê li ser medya civakî parve kir; cenazeyê 19 penaberên ku keştiya wan noqî avê bûye li peravên Tûnisê hatine dîtin.
Hate gotin: “Di xebatên lêgerîn û rizgariyê ya Parêzvanên Behrê yê Sfaksê de cenazeyê 19 penaberan hatiye dîtin.”
Li gorî zanyariyan, xebatên lêgerîn û rizgariyê di 24 seatên dawî de bi awayekî zêde didomin û 5 qaçaxçîyên penaberan jî hatine girtin.