Hevdîtinên sînorî yên Pakistan-Afganistanê dewam dikin

Hevdîtinên sînorî yên Pakistan-Afganistanê dewam dikin

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê di navbera Pakistan û Afganistanê de li ser sînorê her dû dewletan ji bo agirbesê û dewama wê hevdîtin dewam dikin. Hevdîtina bê wê di 6.11.2025an de be û li Îstenbolê be.

Pakistan bendeye ku Kabîl li dijî tevgerên Talîbana Pakistanê tedbîran bistîne û destekê nede wan. Rojnama Dawnê ragihand ku berdevkê wezareta karên derve ya Pakistanê Tahir Hussain Andrabi, di civîna çapemeniyê de li ser hevdîtinên di navbera her dû dewletan de daxwuyanî da.

Heyeta Afgan qebûl kiriye ku Talibana Pakistanê li ser axa Afgane û ev yek Pakistanê dixe nav endîşa ewlehiyê.

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.