Rûsya givaşê danî ser nûnerên Ewrûpayê
PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya Rûsyayê weka bersiva ji bo Ewrûpayê ku givaşên nûh danî ser Rûsyayê, ji bo hinek nûnerên Ewrûpayê çûna Rûsyayê qedexe kir. Biryar piştî YEyê givaşên aborî û dîplomatîk danî ser Rûsyayê hat sitendin.
Rûsya ragihand ku paketa givaşan ya ser Rûsyayê nerewaye û bi dijminahî dane. Wezaret li hemberê biryara YEyê got:
“Li hemberê biryara YEyê, terefê Rûsya li ser siyaseta li hemberê Rûsyayê, dezgeyên li pey biryarên Brukselê diçin, endamên YEyê û hinek nûnerên dewletên Ewrûpayê xist lîsta givaşan. Kesên di nav lîstê de ne, ketina wan ya nav sînorê Rûsyayê qedexeye.”
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.