NY: Li Sûdanê felaket dewam dike
PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku li Sûdanê felaket dewam dike, rewş xerabe û êrîşên ser sîvîlan dewam dikin. Ragihandin ji aliyê berdevkê Neteweyên Yekgirtî ji aliyê Stephane Dujarric de di civîna çapemeniya rojane de hat kirin.
Dujarric, rewşa li Sûdanê baş nîne û li eyaleta Darfura Bakûr ji ber êrîşên ser sîvîlan dewam dikin, rewşê bi felaket navand. Li gor ragihandina Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM); li bajarê Faşirê herî kêm 62 hezar kes ji ser warên xwe rabûne.
NY ragihandin ku ew dixwazin desteka mirovî bigihînin her derê ku pêdiviya wan pê heye lê ji ber hinek astengiyan kêmasî dikeve xizmetê.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.