DYA cezayên li dijî Îran û Rûsyayê ragihand!

DYA cezayên li dijî Îran û Rûsyayê ragihand!

PeyamaKurd - Wezareta Xezîneyê ya DYAyê zêdetirî 115 cezayan ragihand ku kes û saziyên têkildarî veguhestina petrolê ji Îran û Rûsyayê hedef digirin.

Wezareta Xezîneyê ya DYAyê daxuyaniyek derbarê "tora barkirinê ya bi Îranê ve girêdayî" de weşand.

Di daxuyaniyê de cezayên ku ji hêla Ofîsa Parastina Mal û Milkên Biyanî (OFAC) ve ji ber têkiliya wan bi veguhestina petrol û berhemên petrolê ji Îran û Rûsyayê hatine sepandin, hatin ragihandin.

Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê DYAyê Michael Faulkender diyar kir ku zêdekirinên li lîsteya cezayan "gendeliya kûr a di dilê rejîma Îranê de eşkere dikin."

Cezayên li dijî 155 kes û saziyan

Li gorî daxuyaniyê, DYAyê zêdetirî 115 cezayan li dijî kes û saziyan sepandine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev mezintirîn tedbîra cezayan li dijî Îranê ji sala 2018an vir ve ye. Wezîrê Xezîneyê yê DYAyê Scott Bessent tekez kir ku ev ceza ewlehiya DYAyê dixin pêşiyê.

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.