Lavrov: Rûsya girîngiyê dide beşdariya Kurdan di hikûmeta nû ya Sûriyê de

Lavrov: Rûsya girîngiyê dide beşdariya Kurdan di hikûmeta nû ya Sûriyê de

PeyamaKurd- Wezîrê Karê Derve yê Rûsiya Sirgî Lavrov li Mosko bi Wezîrê Karê Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Esed El Şêbanî re hevdîtin pêk anî. Lavrov di hevdîtinê de ragihand ku welatê wî girîngiyê dide ku Kurd cihê xwe di hikûmeta nû ya Sûriyê de bigirin, di heman demê de Rûsya piştgiriya danûstendineke netewî ya Sûriyê, dike.

Lavrov destnîşan kir di çarçoveya piştgiriya Rûsya ya ji bo rewşa mirovî bi El Şeybanî re lihev kirine nexweşxaneyeke meydanî li parêzgeha Siwêda were vekirin.

Lavrov herwiha got ku Şam di parastina ewlehiya dîplomatên Rûsya de gavên girîng davêje, Rûsya jî amade ye alîkariya Sûriyê bike daku ji rewşa heyî derkeve.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê dubare kir ku pêwiste hemû cezayên li ser gelê Sûriyê werin rakirin û got: “Ev ceza rewşa aborî û jiyanî ya gelê Sûriyê asteng dike. Em hêvî dikin gelê Sûriyê ji vê aloziyê rizgar bibe. Aramî û ewlehî pêk were.”

Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.