42 sal di ser Enfala Barzaniyan re derbas bûn

PeyamaKurd – 42 sal di ser Enfala Barzaniyan re derbas bûn, ku ew pêvajoya yekemîn a jenosîda Enfalan bû dijî Kurdan bû. Vê pêvajoyê ku di nîvê duyemîn ê sedsala borî de dest pê kir, ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve qonax bi qonax hate meşandin.
Rejîma Be'sê di heman rojê de 8,000 mêr ji eşîra Barzaniyan, ku temenê wan di navbera 10 û 85 salî de bû, ji malên wan derxistin û birin bajarê Musennayê li başûrê Iraqê, li wir ew hatin qirkirin. Ev bûyer wekî qonaxa yekem a "Enfal"an di dîrokê de cih girt.
Tam 42 sal piştî komkujiyê, rejîma B'esê ji Germiyanê heta herêma Behdînanê di heşt qonaxan de bi qasî 182,000 Kurd qetil kirin.
Li gorî belgeyên fermî yên rejîma Be'sîstndi dawiya Tîrmeh û destpêka Tebaxa 1983yan de, bi hêzeke fireh bi dizî wargehên ku Barzaniyan lê dijiyan dorpêç kirin.
Beriya Enfalê, rejîma Be'sê di sala 1970an de welatiyên herêma Barzanê sirgûnî başûrê Iraqê kiribû.
Di sala 1978an de, hin ji Barzaniyan li kampên komkirinê yên Diyana, Herir, Bahirke û Goreto yên li Başûrê Kurdistanê, û di destpêka sala 1980an de jî li kampên komkirinê yên Quds û Qûştepeyê hatin bicihkirin. Barzanî neçar man ku li van herêman di bin zilm û zordariyê de bijîn.
Piştî Serhildana (Raperîn) a 1991an s li Başûrê Kurdistanê, her çend Hikûmeta Bexdayê derbarê çarenûsa Barzaniyan de tu daxuyanî neda jî, derket holê ku belgeyên serokê Be'sê yê wê demê, Sedam Huseyîn, gotina "Me ew şandin dojehê" li xwe digire.
Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.




