233 malbatên Iraqî ji Kampa Holê bo Iraqê hatin vegerandin

233 malbatên Iraqî ji Kampa Holê bo Iraqê hatin vegerandin

PeyamaKurd- Rêveberiya Kampa Holê ragihand ku di çarçoveya hevkariya di navbera Rêveberiya Xweser, hikûmeta Iraqê û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de, komeke din a penaberên Iraqê ji kampê hatin derxistin û ber bi welatê xwe ve hatin şandin.

Hate eşkere kirin, îro 233 malbatên Iraqî ku ji 812 kesan pêk dihatin, bi awayekî fermî ji Kampa Holê derketine û ber bi Iraqê ve hatine rêkirin. 

Hêjayî gotinê ye, ev koma 28emîn a welatiyên Iraqî ye ku ji kampê vedigerin welatê xwe. Hat diyarkirin ku wê ev malbat ji bo demekê li kampa Cedaayê ya li Iraqê werin bicihkirin.

Kampa Holê ya ku li başûrê bajarê Hesekê ye, ne tenê yek ji mezintirîn kampên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ye û weke yek ji kampên herî bi xeter li cîhanê jî tê zanîn ku malbatên DAIŞê tê de dimînin. Li kampê nêzîkî 13 hezar Iraqî, 15 hezar Sûrî û zêdetirî 6 hezar kesên ji malbatên çekdarên DAIŞ'ê yên biyanî dimînin, ku ev yek metirsiyeke mezin çêdike.

Rêveberiya Xweser gelek caran bang li civaka navdewletî kiriye û xwestiye çareseriyeke navdewletî ji bo wê kampê bê dîtin. Rêveberî bi taybetî daxwaz dike ku welatên biyanî welatiyên xwe, bi taybetî malbatên girêdayî DAIŞê, ji kampê werbigirin û wan li welatê xwe darizînin.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.