Hûsiyan cezayê bidarvekirinê li kurê Serokkomarê Berê yê Yemenê birrî

Hûsiyan cezayê bidarvekirinê li kurê Serokkomarê Berê yê Yemenê birrî

PeyamaKurd – Dadgeheke leşkerî ya li Senayê, ya bin kontrola Hûsiyan de, cezayê bidarvekirinê li Ehmed Elî Salih kurê Serokkomarê berê yê Yemenê Elî Abdullah Salih, birrî.

Hat îdîakirin ku Salih, bi tohmetên “xiyanet, sîxurî û hevkariya bi dijmin re” hatiye tawanbarkirin, û hemû mal û milkên wî hatin desteserkirin.

Ev biryar ji hêla Dadgeha Leşkerî ya Navendî ya li paytexta Yemenê ve hate dayîn. Ehmed Elî Salehê ku niha li Ebû Debiya Îmatatê dijî û wekî cîgirê serokê Partiya Kongreya Giştî ya Gel kar dike, ji aliyê dozgeriyê ve bi “hevkariya bi dijmin re” hatiye sûcdarkirin.

Tê zanîn ku ev sûc bi gelemperî li dijî kesên ku li dijî polîtîkayên Hûsiyan rexne dikin an li derveyî herêmên bin kontrola wan dijîn tê birrîn.

Li gorî çavkaniyan çavdêrên siyasî yên Yemenî vê biryarê wekî nîşaneyeke zêdekirina aloziyê dinirxînin. Tê payîn ku Hûsî zextê li ser rêveberên Partiya Kongreya Gel bikin da ku têkiliyên xwe bi Salih re qut bikin, nemaze piştî zêdebûna bandora wî ya siyasî û medyayî di van mehên dawî de, bi taybetî piştî sivikkirina dorpêçên navneteweyî.

Hûsiyên ku ji sala 2014an ve Senayê û beşên din ên Yemenê kontrol dikin, bi vê biryarê hewl didin ku hebûna siyasî ya Salih kêm bikin û rêveberiya partiyê di nav herêmên xwe de lawaz bikin.

 

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.