Trump: “Daîma îhtîmal heye bi Putin re hevdîin bikim”
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump li Koşka Sipî serokwezîrê Macaristanê Victor Orban kir mêvanê xwe û wexta derket ber çapemeniyê, li ser pirsa ku îhtîmal heye bi serokê Rûsya bi Putin re li Budapeşte hevdîtin bike, got:
“ Daîma îhtîmal heye û îhtîmalekî mezin e. Eger hevdîtin bibe, dixwazim li Budapeşte be.”
Serokwezîrê Macaristanê Victor Orban jî ragihand ku bawer dike di nêz de şerê navbera Rûsya û Ûkrayna biqede.
Trump, ji ber Macaristan ji Rûsyayê amdekariyên enerjiyê distîne, ragihand ku ji bo Macaristanê ji givaşan der bihêle, li serê dixebitin.
Trump her weha got ku Orban, Putin baş dinase û dibe karibe destekê bide qedandina şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.