Îranê êrîşî Hayfa û Tel Avîvê kir

PeyamaKurd – Piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser tesîsên nukleerî û baregehên moşekî yên Îranê di 13ê Hezîranê de, alozî zêde bû û bi avêtina moşekên balîstîk ên Îranê û êrîşên hevbeş ên di navbera her du welatan de berdewam dike.
Di saetên serê sibê yên Duşemê 16ê Hezîranê de, Îranê bi moşekan êrîşî bajarên Îsraîlê yên Hayfa û Tel Avîv kir.
Servîsa bijîşkî ya acîl a Îsraîlê Magen David Adom ragihand ku di êrîşan de herî kêm sê kes hatine kuştin û 67 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rewşa yek ji birîndaran giran e.
Aakriti Thapar, peyamnêrê BBC World Service li Tel Aviv got, "Em li Tel Aviv bi daxuyaniyekê şiyar bûn ku me ber bi deverek parastî ve dibir. Piştî wê hişyariyê, sîrenan dest bi lêdanê kirin. Em tavilê çûn deverek parastî û dû re me dengê teqînên bilind bihîstin."