Erdogan û Pizîşkiyan bi telefonê axivîn

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyeyê bi rêya telefonê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re axivî û jê re got, "Tirkiye dikare rola navbeynkariyê di danûstandinên nukleerî de bilîze."
Serokkomartiya Tirkiyê îro 16.06.2025an ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi telefonê bi hevtayê xwe yê Îranî Mesûd Pizîşkiyan axiviye.
Serokatiya Tirkiyê herwesa got, "Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji hevtayê xwe yê Îranî Mesûd Pizîşkiyan re gotiye ku, Tirkiye dikare rola navbeynkariyê di danûstandinên atomî de bilîze."
Hate diyarkirin ku Erdogan bi telefonê li ser hevrikiyên di navbera Îsraîl û Îranê, pirsgirêkên herêmî û cîhanî axiviye.
Medyaya Tirkiyeyê ragihand ku "Serokkomarê Tirkiyeyê li ser pêvajoya hevrikiyên navbera Îsraîl û Îranê bi gelek serokan re axiviye" û tekez kiriye ku, “Tirkiye amade ye ku rola hêsankkariyan ji bo bidawîanîna şer û vegera li danûstandinên nukleerî bilîze."
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




