Îsraîlê êrîşî Wezareta Karên Derve ya Îranê kir, gelek kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Îsraîlê êrîşeke asmanî li ser paytexta Îranê Tehranê kir û avahiya Wezareta Derve ya Îranê xist xwarê.
Dîplomatê Îranî Seîd Xetîbzade ragihand ku di encama êrîşê de gelek karmend birîndar bûne.
Xetîbzade got, "Îsraîlê êrîşeke bi zanebûn û hovane li ser yek ji avahiyên Wezareta Derve ya Îranê ku rasterast li hember Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Navneteweyî ye, pêk anî. Di êrîşê de gelek sivîl, tevî hevkarên min, birîndar bûn. Ev sûcekî din ê şer e ku beşek ji kampanyaya êrîşkariya berdewam û sîstematîk a Îsraîlê li dijî Îranê ye."
Êrîşa Îsraîlê li nêzîkî avahiya Wezareta Dadê ya Îranê jî bû sedema teqînekê.