Kolombiya, ji zîndanên Venezuelayê 17 zîndaniyên xwe rizgar kir
PeyamaKurd – Wezîra kar û barên derve ya Kolombiyayê Rosa Yolanda Villavicencio piştî xebatên dîplomatîk yên xwurt yên bi Venezuela re ragihand ku karibiye 17 hemwelatiyên xwe ji zîndanên Venezuelayê bide berdan. Wezîra ji bo hemwelatiyên din yên di zîndanên Venezuela de ne jî xebata hewla berdana wan dewam dike.
Li ser mijarê wezîra Villavicencio, ji bo televizyona dewletê ya Kolombiyayê ragihand ku ji ber hevkariya wezîrê karên derve yê Venezuelayê ji bo Yvan Gil re gelek sipasî kir.
Villavicencio got ku ji bo zîndaniyên dinan jî bên berdan dê têkiliyên wan dewam bikin û weha dewam kir
“Ev kiryar ji bo mafên hemwelatiyan garantî bikin û em karibin bersivên malbatên girtiyan bidin girîng e. Parastina Kolombiyayiyên li derveyê welat di nav daxwaza ewilî ya serokkomar Gustavo Petro de ye.”