Komîsyona NY binpêkirin û îdamên 2025an ên Îranê eşkere kir
 
                    PeyamaKurd- Komîsyona Lêpirsînê ya ji bo Îranê di Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Îranê piştî şerê meha Hezîranê yê li gel Îsraîlê zext zêde bûne û ji serê salê ve hezar û 200 kes hatine darvekirin.
Seroka komîsyonê Sara Hossain di Lijneya Giştî ya NYyê de got: “Me dît ku ji meha Adarê ve di mijara mafên mirovan de xirabiyeke nû rû dide.”
Sara Hossainê da zanîn, di dema şerê 12 rojan ê Îran û Îsraîlê de 21 hezar kes hatine girtin. Di nava kesên ku hatine girtin de parêzer, mafparêz, rojnamevan û welatiyên ku li ser medyaya civakî hin tişt parve kirine, hene.
Komîsyona NYyê diyar kir ku zextên li ser kêmaniyên etnîkî û olî bi hinceta “ewlehiya neteweyî” zêde bûne û di rapora xwe de destnîşan kir ku hikûmet bi awayekî sîstematîk kartên rojnemavanan ên SIMê betal kirine. Komîsyonê da zanîn ku gefên li ser rojnamevanên derveyî Îranê jî zêde bûne û li heft welatan gef li zêdetirî 45 rojnamevanan hatiye xwarin.
Komîsyonê rewşa heyî bi çewisandina protestoyên ku di sala 2022yan de bi qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî dest pê kirine re da berhev û ev yek weke “parçeyekî meyla zextê ya berdewam” pênase kir.
Hossainê got ku li Îranê hejmara darvekirinan gelekî zêde bûye û eşkere kir: “Li gorî agahiyên pêbawer, ji serê salê heya niha zêdetirî hezar û 200 kes hatine darvekirin. Ev hejmara herî zêde ya ji sala 2015an ve ye.”
Komîsyonê, êrîşên asmanî yên li ser Girtîgeha Evîn a li Tehranê jî lêkolîn kirin. Li gorî daneyên destpêkê, avahiyên sivîlan hatine hedefgirtin û ev bi zanebûnî hatine kirin.
Herwiha hate diyarkirin ku Îranê piştî êrîşan ji bo parastina girtiyan tedbîrên hewce negirtine.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin. 
						 
						 
						 
						 
						