"Koreya Bakur zêdetirî 12 milyon top ji Rûsyayê re şandin"

"Koreya Bakur zêdetirî 12 milyon top ji Rûsyayê re şandin"

PeyamaKurd - Ajansa Îstîxbarata Parastinê ya Koreya Başûr (DIA) ragihand ku Koreya Bakur ji bo piştgiriya şerê li dijî Ukraynayê zêdetirî 12 milyon topên 152 mm ji Rûsyayê re şandine.

Li gorî rapora dawî ya DIA, Koreya Bakur ji bo piştgiriya şerê li dijî Ukraynayê bi milyonan topên 152 mm da Rûsyayê.

Di raporê de wiha hatiye gotin, "Dema ku topên 152 mm bi ferdî têne jimartin, tê texmînkirin ku hejmara topên hatine peyda kirin ji 12 milyonî derbas dibe."

Hejmara giştî ya cebilxaneya leşkerî ya ku Koreya Bakur heta niha ji Rûsyayê re şandiye bi qasî 28,000 konteyner e.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.