Li Brezîlyayê kamyon û otobûs li hev qelibîn: 11 mirî, 46 birîndar

PeyamaKurd- Li eyaleta Mato Grosso ya Brezîlyayê, di navbera bajarên Cuiaba û Sinopê de otobûsa rêwiyan û kamyonek li hev qelibîn. Di encama qezayê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da, 46 kes jî birîndar bûn.
Hate zanîn ku qeza li ser rêya otobanê ya eyaleta Mato Grosso rû daye ku otobûsa rêwiyan ji paytexta eyaleta Mato Grosso Cuiabayê ber bi Sinopê, ango navenda girîng a pîşesaziya çandiniyê ya Brezîlyayê ve diçû.
Li gorî daxuyaniya polîsên Brezîlyayê, di qezayê de herî kêm 11 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa 8 birîndaran sivik e ya 26 birîndaran giran e û rewşa 12 kesan ku ajokarê kamyonê jî tê de ye krîtîk e.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




