AFP: Şanda Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê rêveberiya nenavendî gotûbêj kir

PeyamaKurd- Ajans France Press (AFP) ragihand ku doh şandeke Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Sûrîyê li Şamê rêveberiya nenavendî gotûbêj kir.
Hate diyarkirin, şanda bi serokatiya Seroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li gel Wezîrê Derve yê hikûmeta veguhêz a Sûrîyê Esed El-Şeybanî re civiya.
Di civînê de, gotûbêj li ser dîtina şêwazeke guncaw ji bo nenavendiyê û destnîşankirina demê, hatin kirin.
Ajansê daye xuyakirin, li ser berdewamiya proseya danûstandinan bi rêya komîteyên Sûriyê û bi serpereştiyeke navdewletî herdu aliyan li hev kiriye.
Herwiha jêderekê ji Hikûmeta Sûriyê jî ji ajansê re gotiye ku El-Şeybanî û Ehmed civiyane lê ti hûrgilî nedan.
Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.




