16 zîndanî ji zîndanê firar kirin

PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li eyaleta Nasarawayê ji zîndana Keffiyê 16 kesên di zîndanê de bûn firar kirin, zîndanî ewilî êrîşê gardiyanan kirin, di êrîşê de 5 gardiyan birîndar bûn û paşî 16 zîndanî ji zîndanê rewiyan.
Berdevkê xizmeta îslahê yê dewleta Nîjeryayê Umar Abubakar li ser bûyerê bi nivîskî daxwuyanî da û tê de got di zîndana eyaleta Nasarawa ya bi navê Keffiyê de mehkûm êrîşê gardiyana kirine û di wexta êrîşê de 16 mehkûm reviyane.
Di êrîşê de 5 gardiyan birîndar bûne û ji bo mehkûmên firar kirine ji bo wan bigrin xebat destpêkirine.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




