Li Humsê goreke komî hate dîtin; cendekên 5 kesan tê de ne
PeyamaKurd – Rêxistina Parastina Sivîl a Sûriyê (Kûskên Spî) ragihand ku li gundê Habil yê parêzgeha Humsê goreke komî dîtine ku cendekên pênc kesan tê de bûn.
Li gor daxuyaniya ku roja Yekşemê hat belavkirin, cendekên ku di çaleke kanalîzasyonê ya nîv-vekirî de hatine dîtin, ji jinek, zarokek û sê mêran pêk tên. Heta niha nasnameya tu ji qurbaniyan nehatiye diyarkirin.
Tîmên Parastina Sivîl piştî agahdarkirinê çûne cihê bûyerê û li gorî pîvanên navneteweyî delîl kom kirine û bûyer belge kirine da ku di proseya naskirinê de alîkar bin. Rêxistinê bang li welatiyan kir ku dest nedin cihên bi vî rengî da ku delîl winda nebin.
Ev bûyer di demekê de tê ku li Sûriyeyê lêgerîna li kesên bi zorê hatine windakirin didome. Komîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ya Kesên Winda berê ragihandibû ku heta niha zêdetirî 63 gorên komî li seranserê welat hatine belgekirin.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.