Mesrûr Barzanî: Em plan dikin rêyên hemû bajaran bikin du şerîdî
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Îdareya Serbixwee ya Soranê de, serdana projeya cadeya dualî ya Hola Helkeftinan - Taxa Azadiyê kir.
nê Mesrûr Barzanî di serdana projeya cadeya dualî ya Hola Helkeftinan - Taxa Azadiyê bi rêya 40 Metreyî ya qezaya navendî ya Soranê de ragihand: “Îro em hatin ku Pira Deriyê Soranê vekin, ku spas ji Xudê re temam bûye. Ev jî (Cadeya dualî ya Hola Helkeftinan - Taxa Azadiyê) pareke din a projeyeke din e ji çêkirina pirekê, ku ev demek e dest pê hatiye kirin û bi izna Xudê dê di demeke nêzîk de temam bibe. Ev jî hemî dê xizmeta xelkê vê deverê bike.”
Serokwezîr Barzanî tekez kir: “Armanca me baştirkirina rewşa vî bajarî û ya vê deverê bi giştî û baştirkirina rêyan e, ji bo ku em zêdetir bala xelkê ji bo vê deverê bikêşin. Ew cihekê geştiyarî ye, cihekê pir balkêş e.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Em dixwazin zêdetir xizmetan pêşkêşî welatiyan bikin, derfetên karî jî ji bo xelkê deverê peyda bikin û wiha bikin ku xelk hêsantir serdana van deverên xweşik bike.”
Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Em plan dikin ku piraniya bajaran bi cadeyên dualî bi hev re girê bidin, ango em cadeyan fireh bikin û cadeyên çêtir çêbikin.”
Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Ev hemî di bernameya me de heye lê ez naxwazim yek yek behsa wan cihan bikim heta ew temam bibin. Piştî ku ew temam dibin, bi izna Xudê hûn bi xwe dê bibînin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokwezîr Barzanî îro 27ê Cotmehê li Soranê beşdarî merasîma vekirina Pira Bilind a Deriyê Soranê jî bû û girîngiya projeyê ji bo pêşxistina jêrxaneya herêmê û ewlehiya welatiyan anî ziman.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.