Kurtulmuş bersiva vekişîna PKKê da: Serdema fikran û demokrasiyê dest pê dike

Kurtulmuş bersiva vekişîna PKKê da: Serdema fikran û demokrasiyê dest pê dike

PeyamaKurd- Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di merasîma vekirina sala akademîk a 2025-2026an a Zanîngeha Balikesîr a Tirkiyê de li ser biryara PKKê ya vekişandina hemû hêzên xwe yên çekdar ji Tirkiyeyê axivî.

Kurtulmuş got ku rojeva siyasî û ewlehiyê guheriye û ew dê bikevin serdemeke ku çek ji rojevê derkeve.

Kurtulmuş got, “Li ti dera cîhanê destekî wan di çekê de û destekî wan di sindoqê de nabe. Em hêvî dikin ku destê kesên di sindoqê de ye careke din di çekê de nebe û ji bo vê em her hewlê didin.”

Kurtulmuş da zanîn: “Rêxistinê ragihandiye ku dê bi temamî ji sînorên Tirkiyeyê vekişe û careke din li Tirkiyeyê çalakiyan neke, lê divê hebûna hêzên vekişiyayî yên li derveyî sînor jî di demeke kurt de bê tasfiyekirin.”

Kurtulmuş bi bîr xist ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê roja pêncşemê cara 16emîn bicive û got ku di serdema nû de siyaset dê li ser zemîna fikir û demokrasiyê bê meşandin, ne bi çekan. Bi devjêberdana çekan bi temamî re, em ê bikevin serdemeke nû ku tenê behsa demokrasî û fikran bê kirin.”

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.