Li Iraqê ji Çemê Dicleyê herî hindik 5 cendek hatin derxistin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Mutennayê ya başûrê Iraqê, tîmên parastina sivîl ên ku du hefte ne li ciwanekî winda digerin, bi dîtineke neçaverêkirî re rûbirû man û cendekên herî kêm pênc kesên din ji Çemê Dicleyê derxistin.
Lêgerîn ji bo dîtina ciwanê bi navê Huseyîn Basim, ku du hefte berê li bajarê Semawayê ketibû çem û winda bûbû, dest pê kiribû. Tevî ku hewldanên tîman didomin, termê Basim hîn nehatiye dîtin.
Li gorî şahidan, di dema lêgerîna berfireh a li ser çem de, tîman cendekên 5 kesên din ên ku nasnameya hinek ji wan nediyar e, dîtine.
Bûyerên xeniqînê li Iraqê, bi taybetî di mehên havînê de, zêde ne. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li welat xeniqîn sedemeke berbelav a mirinê ye.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.