Li navça Menteşe pevçûna çekdarî: 14 binçavkirin û 6 zîndanîkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Muğlayê li navça Menteşe di navbera 2 grûban de pevçûn derket û di encamê de 14 kesan xistin binçav. Ji 14 kesan 6 kesan şandin zîndanê û 8 kes ji wan bi şertê kontrola edlî serbest berdan.
Bûyer li navça Menteşe li taxa Saburhane qewimî. Li gor agahiyan di serî de di navbera Yusuf Serdar Demir (24) û Ahmet Mete Özkay (26) li Meydana Saburhane munaqeşe kirin. Li ser zêdebûna munaqeşê Özkay û kesên pêre ji erebeyên xwe tivingên pompeyî derxistin û li Demir heqaretê û tehdîdan kirin.
Li ser rûdanê polîs çûn ciyê bûyerê û Ahmet Mete Özkay û 13 kesên din girtin. Bi wan re 1 tivingekî pompeyî, 1 mûşta û 2 kêr hatin girtin.
Dema wan şandin dadgehê, ji wan Ahmet Mete Özkay, Sevkan Gülmez, Baran Can Özen, Cuma Cengiz Dırak, Ömer Esen û Seyit Sedat Bingöllü şandin zîndanê û 8 kesên din bi şertê kontrola edlî serbest berdan.
Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.