Li ser Dêreke Samê bi nivîsê gef li xirîstiyanan hate xwarin
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li ser dîwarên derve û hundir ên dêra St. Cyril a li taxa Qasaa ya Şamê gotinên mezhebperest ên nefretê û gefxwarînê ji bo xiristiyanan hatin nîvisandin.
Hate diyarkirin ku bûyer berbanga îro 6ê Mijdarê rû daye û ji dîmenên kamerayên çavdêriyê diyar dibe kesek xwe ji sûrên dêrê çenk dike û derbasî dêrê dibe û nivîsan li ser dîwaran dinîvisine û bi keviran peykerekî dêrê dişikîne.
Xiristiyanan li hemberî vê bûyerê nerazîbûn nîşan da û bang li aliyên têkildar kirin ku hesab ji kesê ku ev kiryar kiriye, bixwazin. Xelkê da zanîn ku ev nêzîkatî aştiya navxweyî û jiyana hevbeş dike armanc.
Hêjayî gotinê ye ku Dêra St. Cyril di sala 1930’an de hatiye avakirin. Ji sala 1950’an vir ve, ji hêla keşîşên Rêza Salvatoryan ve xizmet lê tê kirin.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.