Hizbullah mizakereyên bi Îsraîlê re red dike

Hizbullah mizakereyên bi Îsraîlê re red dike

PeyamaKurd – Hizbullahê îro Pêncşemê di daxuyaniyek fermî de eşkere kir ku ew ê bi dewleta Îsraîlê re tu cure mizakereyên siyasî pêk neyîne. Ev helwest tevî ku agirbesteke bi navbeynkariya Amerîkayê di Mijdara sala borî de di navbera her du aliyan de hatibû ragihandin jî, tê parastin.

Di daxuyaniya Hizbullahê de hat gotin ku, tevî pêbendbûna Lubnanê ya bi agirbestê re, tu mecbûrî tune ye ku bikeve nav danûstandinên siyasî yên rasterast bi Îsraîlê re.

Rêxistinê tekez kir ku "mafê berxwedana li dijî dagirkeriya Îsraîlê mafekî rewa ye," û ew ê berdewam bike li ser vê yekê. Daxuyaniyê her wiha destnîşan kir ku Hizbullah dê li gel artêşa Lubnanê û gelê xwe bisekine da ku serwerî û axa welat biparêze.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, Hizbullahê anî ziman ku ew mafê parastina xwe bi kar tîne li dijî dijminê ku şer li ser welat ferz kiriye, êrîşên xwe ranawestîne û hewl dide Lubnanê sernixum bike.

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.