Osman Baydemîr serdana Rojavayê Kurdistanê kir
PeyamaKurd- Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr ku ji ber dozên li ser wî li derveyî welat dijî, piştî hevdîtina ligel Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê serdana Rojavayê Kurdistanê kir.
Baydemîr, li Qamişlo ji aliyê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd û Hisên Osman û cîgira Meclisa Rêveber Tarfa Osman ve hate pêşwazîkirin.
Li gorî medyaya Rojavayê Kurdistanê, di serdanê de, rewşa heyî ya li Sûriyeyê û herêmê bi giştî, herwiha danûstandina nerînan li ser ezmûna Rêveberiya Xweser û rola wê di xurtkirina prensîbên demokrasiyê û dadmendiya civakî di navbera pêkhateyên cûda de, hate gotûbêjkirin.
Di civînê de mekanîzmayên têkoşîna neteweyî û demokratîk ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên heyî û parastina tevna civakî û destkeftiyên ku li herêmê hatine bidestxistin, hatin nirxandin.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.