PeyamaKurd- Di navbera Fransa û Ukraynayê de peymana hevkarîya parastinê ya 10 salî, ku kirîna nêzîkî 100 balafirên şer ên Rafale, sîstemên parastina hewayî yên nifşa nû SAMP/T, radarên GMF 300 û platformên bêfirokevan jî di nav de ye, bi nameya niyetê hate îmzekirin.
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi merasîmeke leşkerî li Baregeha Leşkerî ya Villacoublay hat pêşwazîkirin û li dû civîna bi nûnerên pîşesaziya parastinê re, peyman hate îmze kirin.
Di civîna çapemeniyê ya hevpar de, Macron diyar kir ku Rûsya yekane alî ye ku şer hilbijartiye û divê Ukrayna bigihêje wê astê ku karibe qada xwe ya hewayî biparêze û êrîşên nû asteng bike, herwiha destnîşan kir ku divê dorpêç zêde bibin û piştgiriya leşkerî ya Ewropayê bi biryar bidome.
Zelenskiy jî peyman wekî "rojeke dîrokî ji bo parastina Ukraynayê" binav kir û anî ziman ku sîwana parastina hewayî ya welatê wî dê bi van platforman bi temamî biguhere û got, îhtimala hilberîna hevpar li Ukraynayê jî heye.