NATO: Ukrayna bêyî alîkariya Amerîkayê nikare

NATO: Ukrayna bêyî alîkariya Amerîkayê nikare

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte derbarê biryara Amerîkayê ya rawestandina hin çekên ku soz dabû Ukraynayê de got, "Ez fêm dikim ku divê Amerîka her tim berjewendiyên xwe biparêze, lê Ukrayna bêyî hemû piştgiriya gengaz di warê cebilxane û pergalên parastina hewayî de nikare."

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte li ser bertekên li hember biryara zêdekirina armanca lêçûnên parastinê di Civîna Bilind a NATOyê de ku li Den Haag, Hollanda pêk hat û geşedanên dawî yên derbarê Ukraynayê de şîrove kir.

Rutte di axaftina xwe ya bi televîzyona Amerîkî Fox News re behsa daxuyaniya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov kir ku "zêdekirina armanca lêçûnên parastinê ya 2 ji sedî ya NATOyê bo 5 ji sedî ya hilberîna navxweyî ya giştî wê bibe sedema hilweşînê." Wî got ku qebûlkirina armanca 5 ji sedî ji aliyê hevalbendan ve serkeftinek mezin bû ji bo Serokê Amerîkayê Donald Trump û tîma wî ya wezareta derve.

Rutte, behsa biryara Amerîkayê ya rawestandina radestkirina hin çekên ku soz dabû Ukraynayê kir û got, "Ez fêm dikim ku DYA her tim neçar e berjewendiyên xwe biparêze, lê Ukrayna bêyî hemî piştgiriya gengaz a di warê cebilxane û pergalên parastina hewayî de nikare vê yekê bike."

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.