Wê Amerîka balafirên B2 û bombeyên GBU-57 bide Îsraîlê

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li Kongreya Amerîkayê pêşniyarqanûnek hatiye amadekirin ku tê xwestin, ji bo rûbirûbûna Îranê balafirên B2 yên bombardimanê û bombeyên GBU-57 bidin Îsraîlê.
Li gorî nûçeya FOX NEWSê 2 senatorên Amerîkî yên yên Demokrat û Komarîxwaz, pêşniyaryasayek pêşkêşî Kongreya Amerîkayê kirine hatiye xwestin, Amerîka balafirên startejîk ên cureya B2 û bombeyên 14 tonî yên GBU-57 bide Îsraîlê.
Li gorî zanyariyan, li ser îhtimala ku Îran bernameya çekên atomî bidomîne, ew balafir û bombe bo Îsraîlê bêne dayîn daku bernameya nukleerî ya Îranê têk bibe.
Di pêşniyarê de hatiye gotin: “Rejîma Îranê, mezintirîn piştevanê terorîzmê li cîhanê ye û berpirsê kuştina hezaran kes ji xelkê Amerîkayê ye û niha dixwaze çeka atomî berhem bîne. Loma jî divê em li hember bisekinin.”
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




