Neteweyên Yekbûyî ji bo şewatên Sûriyê 625 hezar dolar terxan kir

Neteweyên Yekbûyî ji bo şewatên Sûriyê 625 hezar dolar terxan kir

PeyamaKurd- Kordînatorê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Adem Ebdulmewla, ragihand ku 625 hezar dolar ji bo piştgiriya mexdûrên şewata daristanên li gundewarên Laziqiye ya Sûriyê hatiye veqetandin.

Ebdulmewla got: "Li gel vê aloziya awarte tevgereke lezgîn û piştevanî divê bi gelê Sûriyeyê re were nîşandan. Ji bo alîkariya hevkarên me ji bo bicihanîna hewcedariyên mexdûran, divê hewldan dewam bikin."

Hêjayî gotinê ye, şewatên li daristanên Laziqiyê dewam dikin û ji herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye, Lubnan û Urdinê xebatên vemirandina agir didome.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.