Çekdarên Belûc û yên Îranê şer kir: 4 jê polîs 3 kes mirin

PeyamaKurd – Li gorî Ajansa Nûçeyan a nîv-fermî ya Îranê Tesnîmê, çavkaniyên artêşê li ser mijarê daxuyaniyek dan.
Li gorî daxuyaniyê, li bajarê Çabaharê yê parêzgeha Belûçistanê di navbera çekdarên Îranê û komeke çekdar de şer derket.
Hat ragihandin ku di şer de endamekî koma çekdar hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye, her wiha 3 polîsên Îranê hatine kuştin û polîsek jî birîndar bûye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku koma çekdar piştî şer reviyaye û di encama lêpirsînê de hêzên ewlehiyê kom dorpêç kirine.
Heta niha kesî berpirsiyariya êrîşê li xwe negirtiye.
Çavkaniyên ji artêşê derbarê nasnameya êrîşkaran an rêxistinê de agahî nedan, lê rêxistina "Ceyş el-Edl" çalakiyên çekdarî li Belûcistanê dike ku li ser sînorê Pakistanê ye.
"Ceyş el-Edl" ku li Îranê wekî "rêxistineke terorîst" tê hesibandin, ji bo "mafên gelê Belûcên Sune biparêze, li dijî rêveberiya Tehranê çalakiyên çekdarî pêk tîne.
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.




