Numan Kurtulmuş dîroka civîna yekem a komîsyonê ragihand

Numan Kurtulmuş dîroka civîna yekem a komîsyonê ragihand

PeyamaKurd - Serokê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş ragihand ku komîsyona ku wê li Parlamentoyê were damezrandin wê di hefteya yekem a Tebaxê de dest bi xebata xwe bike. Kurtulmuş got, "Ev komîsyon li jor siyasetê ye; ew ê bi aqilê hevpar, pêvajoyek zelal û berfireh bixebite."

"Niha fersendeke dîrokî ye"

Kurtulmuş, bal kişand ser şerê nêzî 50 salî yê bi PKKê re heye û got, "Me bi deh hezaran welatiyên xwe wenda kir. Zêdeyî 2 trîlyon dolar zerara madî me dît. Ev jî kelemek mezin bû ku li ser Tirkiyeyê hat ferzkirin. Niha ji bo ji van bend û kelepçeyan xelas bibin firsendeke dîrokî ye."

Civîna yekem a komîsyonê di Tebaxê de ye

Kurtulmuş agahdarî li ser bernameya xebata komîsyonê da û diyar kir ku xebat wê di hefteya yekem a Tebaxê de dest pê bike. Biryarên rûtîn wê di civîna yekem de werin dayîn, û ji bo biryarên girîng wê piraniya sê-pêncan hewce be.

Kurtulmuş diyar kir, "Ev komîsyon ne meseleya partiyekê ye, lê meseleya tevahiya neteweya me ya 86 milyonî ye."

Wî herwiha diyar kir ku komîsyon wê nexşerêyek ji bo çawaniya birêvebirina pêvajoya nû ya ku piştî hilweşandina rêxistinê derdikeve holê çêbike.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.