NY: Li Sûriyê pistî rûxana rejîmê jî revandin û windakirinên bi darê zorê berdewam dikin
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyariyeke tund da û ragihand ku tevî derbasbûna 11 mehan li ser rûxana rejîma berê ya li Sûriyê, bûyerên revandin û windakirinên bi darê zorê hîn jî bi awayekî sîstematîk berdewam dikin. Ofîsa Mafên Mirovan a NYyê tekez kir ku ev rewş pêvajoya lihevhatina niştimanî dixe xetereyê û çarenûsa bi deh hezaran kesan di tariyê de dihêle.
Di konferanseke rojnamevanî de li Cenevreyê, berdevkê Ofîsa Mafên Mirovan a NYyê Semîn el-Heytan, da zanîn ku rewşa ewlehiyê ya li welat hîn jî metirsîdar e.
Wî diyar kir "Ji Çileya 2025an vir ve, me herî kêm 97 bûyerên revandinê belge kirine."
Her weha diyar ku "Her çend hin malbat bi hezkiriyên xwe re gihiştine hev, lê gelekên din hîn jî di nav bêhêvîtiyê de ne û nizanin ka çi bi serê xizmên wan hatiye."
Mîrateya giran a rejîma berê
Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed di Kanûna 2024an de, Sûriye kete pêvajoyeke nû ya siyasî. Windakirina bi darê zorê, yek ji rêbazên herî hovane yên zordariyê bû ku ji aliyê rejîma Beşar Esed û bavê wî Hafiz Esed ve bi dehsalan hatibû bikaranîn. Tê texmînkirin ku nêzîkî 100,000 kes ji serdema rejîma berê hîn jî winda ne.
Her çend hikûmeta demkî ya nû soz dabû ku dê van binpêkirinên mafên mirovan çareser bike, rêxistinên mafên mirovan radigihînin ku girtinên bêserûber û revandin berdewam dikin, bi taybetî li herêmên ku di bin kontrola komên çekdar ên cuda de ne.
Banga hevkariyê ji saziya kesên winda re
Ji bo rûbirûbûna vê krîza mirovî, Saziya Serbixwe ya Sûriyeyê ya ji bo Kesên Winda (IIMP), ku di sala 2023yan de ji aliyê NYyê ve hatibû damezrandin, xebatên xwe didomîne. Seroka saziyê, Karla Quintanayê bi gotina "Her kes li Sûriyê kesekî windabûyî nas dike," bal kişandibû ser berfirehiya karesatê. Sazî hewl dide ku gorên komî tespît bike, nasnameya qurbaniyan diyar bike û terman vegerîne malbatên wan.
Ofîsa Mafên Mirovan a NYyê bang li hikûmeta nû ya li Şamê û hemû rayedarên herêmî kir ku bi IIMPê re hevkar bin û deriyê girtîgeh û navendên lêpirsînê ji bo lêkolînan vekin.
Di dawiya daxuyaniyê de, NYyê dubare kir ku "zelalkirina çarenûsa kesên winda şertekî bingehîn e ji bo avakirina aştiyeke mayînde û pêkanîna lihevhatina niştimanî li Sûriyê."
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.