James Watson ê ku kesfa DNAyê kiribû di 97 saliyê de wefat kir

James Watson ê ku kesfa DNAyê kiribû di 97 saliyê de wefat kir

PeyamaKurd – Zanyarê Amerîkayî James Watson ê ku bi zanyar Francis Crick re keşfa sarmal ya DNAyê kiribû di 97 saliya xwe de wefat kir.

Watson, di 20 saliya xwe de bi vê keşfa xwe biyolojiyê ji kokê guhertibû û DNAyê kiribû remza civakê û zanistê.

Watson kesekî zanyar û alim bû lê di salên dawiyê de bi daxwuyaniyên xwe yên şovenîst û cinsî ketibû ber êrîşan. Bi wan sedeman dema di sala 2019an de di labaratuara Cold Spring Harbor de dixebitî, piştî daxwuyaniyên Watson labaratuar têkiliyên xwe bi temamî jê birî.

James Watson di sala 1928an de li Chicago hat dinyayê, di 15 saliya xwe de ket zankoya Chicago û perwerda zoolojiye dît. Doktora xwe temam kir.

Ji ber bi genetîkê re zêde têkildar bû, di labaratuara Cavendish de ya li Îngîltere de xebitî. Bi lêkolînerê Brîtanî bi Francis Crick re li ser genan xebitî. Her du zanyar di sala 1953an de modela gen ya DNAyê ya sarmal (double helix) pêş xistin.

Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.