Serokê MITê Kalin bi heyeta Hamasê re li Îstenbolê civiya
PeyamaKurd – Serokê MİT a Tirkiyê İbrahim Kalın li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê bi heyeta Hamasê re civiya. Serpereştiya heyeta Hamasê Xelîl Hayye dike û heyet ya muzakereyan e.
Di hevdîtinê de, li ser pêvajoya agirbesê û rola Tirkiyê axifîn. Heyeta Hamasê sipasiya Tirkiyê kir û got:
“Di çarçova Peymana Agirbesa Xezzayê de, em ji ber hewlên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û rola Tirkiyê ya garantoriyê sipas dikin.”
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.