Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike

PeyamaKurd – Cîgirê serokê konseya ewlehiya Rûsyayê Dmitriy Medvedev ragihand ku wê di nav xwe de li ser biryara testên nuklerî yên ceribandinê ku Trump biryara kirina ceribandinan daye, raveyan bikin. Medvedev got ku ev biryara Trump wê bike ku Rûsya jî biryara ceribandina çekên nuklerî di ber çav de derbas bike.

Dmitriy Medvedev got wê encama biryara Trump hebe û dibe Rûsya jî dest bi testên çekên nuklerî bike. Medvedev di ser hesabê xwe yê Xê de got:

“Kes nizane testa nuklerî çiye û bi îhtîmaleka mezin wê Trump jî nizanibe. Ew tenê serokê Amerîkaye. Wê encama gotinên wî jî barê ser milên wî be. Em ê jî li ser mijarê di nav xwe de şiroveyan bikin.”

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.