Rûsya û Sûriye hevkariya stratejîk di warên enerjî û ewlehiyê de kûrtir dikin
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku têkiliyên di navbera Moskow û Şamê de di warên siyasî, aborî û bi taybetî ewlehiyê de bi awayekî berbiçav bi pêş dikevin. Ev daxuyanî piştî serdana Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed el-Şera bo Moskowê tê, ku tê de bingeha qonaxeke nû ya hevkariyê hat danîn.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Marîa Zaxarovayê di civîneke çapemeniyê de li Moskowê tekez kir ku di demên dawî de têkiliyên di navbera her du welatan de geşbûneke mezin bi xwe ve dîtiye. Zaxarovayê got, "Hevkariya di warê enerjiyê de, bi taybetî di sektorên petrol û gazê de, bûye stûneke bingehîn di diyaloga me ya li ser asta wezaretên pêwendîdar de."
Ji aliyê ewlehiyê ve, Zaxarovayê da zanîn ku hevrêziya di navbera Rûsya û Sûriyê de bi awayekî xurt berdewam dike. Li ser heman mijarê, berdevkê Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê, Nur el-Dîn el-Baba, ji ajansa nûçeyan a Rûsî Novostiyê re axivî û got ku Rûsya dikare roleke sereke di bihêzkirina kapasîteyên ewlehî û polîsî yên Sûriyê de bilîze. El-Baba destnîşan kir ku ev hevkarî di çarçoveya peymanên ewlehiyê yên ku berê di navbera her du welatan de hatine îmzekirin de tê meşandin û armanca wê rûbirûbûna gefên hevpar e.
Ev pêşketin rasterast bi serdana dawî ya Serokê Demkî yê Sûriyê, Ehmed el-Şera, bo Moskowê ve girêdayî ne. Di hevdîtina wî ya bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re, mijarên stratejîk ên weke hebûna leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyê, berfirehkirina çalakiyên şîrketên Rûsî, û destpêkirina projeyên hevbeş ên di warê enerjî û binesaziyê de hatibûn gotûbêjkirin.
Civînên payebilind ên di hefteyên dawî de, di nav de hevdîtina di navbera berpirsên leşkerî û hevdîtina Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn bi Sekreterê Giştî yê Serokatiya Sûriyeyê Maher el-Şera re, nîşan didin ku her du alî bi biryar in ku têkiliyên xwe di hemû waran de bigihînin asteke hîn bilindtir.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.